PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema destpêkirina meha Remezana pîroz peyama rojiyê belav kir. Peyama serok Mesûd Barzanî wehaye:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan!
Bi sedema hatina meha Remezana pîroz, ez temamê Misilmanên Kurdistanê, Iraqê û dinyayê pîroz dikim. Ji Xwedê dixwazim ku ew rojiya digrin, limêjên ku dikin û diayên wan qebûl bike. Hêvîdarim ku meha pîroz ya Remezanê bo herkesî hûzûr, bereket û xêrê bîne.”
Peyama serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema hatina meha Remezanê peyama pîrozbahiyê belav kir. Barzanî di peyama xwe de got ku hêvî dike ku meha Remezanê xwurtiyê bide çanda qedîm ya Kurdistanê, xweşbîniyê û lihevkirinê xwurt bike. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:
“Bi sedema hatina meha Remezanê ez li Misilmanên Kurdistanê, Iraqê û dinyayê pîroz dikim. Bila ev meh bo xelkê Kurdistanê, bo temamê xelkê herêmê xêr, bereket û îstîqrarê bîne.
Bi vê wesîla dînî, ew Kurdistana ku her wext xwediyê wê nasnama xweşike, yanî xweşbîniyê, lihevkirinê û pêkvejiyanê bêhtir kûr bikin û ji derfetan sûdê welgirin.
Ji Xwedê dixwazim ku ev meh êşê, pirsgirêkan bi dawî bike û temamê dinyayê bibe xwediyê aştiyê û aramiyê. Remezana herkesî pîroz dikim.”
Peyama serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi sedema hatina meha Remezanê peyama pîrozbahiya meha Remezanê li xelkê Misilman pîroz kir û di peyama xwe de got:
“Bi sedema hatina meha Remezanê ez Remezanê li Misilmanên Kurdistanê, Iraqê û dinayê pîroz dikim. Ji Xwedê dixwazim ku meha Remezanê ji bo me hemûyan bibe meha xweşiyê, aştiyê û merdîtiyê.
Ji Xwedayê mezin dixwazim ku rojiya herkesî qebûl bike û her îbadeta ku dike jî qebûl bike.”
Rayedarên olî yên Herêma Kurdistanê roja 18ê Sibatê an ku roja Çarşemê roja destpêka meha Remezana îsal qebûl kiribû.