Tirkiye û Etiyopya peymanan îmza kirin

Dîroka Weşanê :
Tirkiye û Etiyopya peymanan îmza kirin

PeyamaKurd – Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi seredana fermî çû Etiyopyayê û bi serokwezîrê Etiyopyayê Abiy Ahmed re hevdîtin kir û her dû lîder derketin ber çapemeniyê.

Erdoğan, peyama dewama hevkariya têkiliyên her dû welatan da û peymanên bazirganî yên di navbera Tirkiyê û Etiyopyayê de hatin îmzakirin, ragihand. Erdoğan got:

“Ji 200 şîrketan zêdetir bi veberhênana bi 2,5 milyar dolarî bo destekê bidin îstîhdama 20 hezar Etiyopyayî, bo me ciyê dilxweşiyê ye. Rêzgirtina li desthilata erdnîgariya ku Etiyopya lê ye, em girîngiyê didin yekîtiya axê û desthilata welatan. Ev rêbazekî me ye.”

Erdoğan di axaftina xwe de got ku divê pirsgirêkên li herêmê ji aliyê dewletên herêmê de bên çareserkirin û nehêlin ku herêm bibe seha reqabeta hêzên kureyî.

Erdoğan behsa Somailandê jî kir û got ku nasîna wê ji aliyê Îsraîlê de fêde nade herêmê û pêwiste mêzêna hêzên li herêmê bê parastin. Erdoğan sipasiya terefan kir ku bi navbeynkariya Ankara tewrên erênî nîşan dane.

Heyetên her dû welatan li Koşa Netewî merasima îmzakirina peymanan kirin. Her dû teref belga hevkariyê ya komisyona 9em Tirkiye-Etiyopyaya aboriyê û bazirganiyê îmza kirin. Her weha zebta di seha enerjiyê de jî her dû heyet îmza kirin.