Modi: “Me hevkariya xwe bi Fransayê re derxist asta ‘hevkariya taybet ya stratejik ya kureyî’ ”

Dîroka Weşanê :
Modi: “Me hevkariya xwe bi Fransayê re derxist asta ‘hevkariya taybet ya stratejik ya kureyî’ ”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re di hevdîtinên xwe de, pêwendiyên navbera Hindistanê û Fransayê bi ‘hevkariya taybet ya stratejik ya kureyî’ pênase kir.

Hevkariya her dû dewletan di seha berevaniyê, bazirganiyê û teknolojiyê de ye.

Modi, axaftina xwe di Zîrwa Bandora Bîra Çêkirî ya 2026an de ya ku li Delhiya Nû hat lidarxistin de kir ku serokê Fransayê Emmanuel Macron jî bi daweta fermî li Hindistanê amade bû. Her dû lîder di civîna çapemeniyê ya hevpar de li Mumbaiyê axifîn.

Mondi, di civîna çapemeniyê de ragihand ku ev hevkariya stratejik, derxistina wê ya asta “Hevkariya Stratejîk ya Taybet ya Kureyî” û di heman wextê de hevkariya di seha darayî û teknolojiyê de ye. Mondi got ku ne tenê ew e jî lê “Hevkariya Îstîqrara Kureyî û Pêşdeçûnê” ye.

Modi, ragihand ku wê bi Fransayê re li ser desthilata hûqûqê, di rêya dezgeyên navdewletî de, li Asya Rojava û Pasifika Hindê destekê bidin aştiyê û bi hevre bixebitin.

Berdevkê wezareta karên derve yê Hindistanê Randhir Jaiswal jî li ser hevdîtinê, di ser hesabê xwe yê Xê de parvekirinekî kir. Jaiswal got ku hevdîtin gelek baş çûye, di hevdîtinan de; li ser gelek xalan axifîne ku di nav wan de bergirî, ewlehî, bazirganî, veberhênan, hilberîna hevpar, zencîreya amadekirina maddeyên nadîde yên mineral, lêkolîn û pêşdebirin û perwerde jî hene.

Modi û Macron, her weha vekirina tesîsa montaja helîkopterên H125 ya li eyaleta Karnatakayê di rêya online de kirin.

Modi, di axaftina xwe de got ku wê Hindistan û Fransa helîkopteran hilberînin ku ew helikopter karibin heya bandeva çiyayê Everestê bifirin.

Wezîrê bergiriya Hindistanê Rajnath Singh bi hemkara xwe ya Fransayê Catherine Vautrin re, li bajarê  Bengaluru, serokatiya civîna Diyaloga Bergiriya 6 salan kir. Di civînê de her dû teref bo nûhkirina peymana guhertina zabitan, nûhkirina peymana bergiriya bo 10 salan û bo hilberîna hevpar ya fuzeyên Hammer ku li Hindistanê bikin, zebtê îmza kirin.

Hindistan, piştî di sala 1947an de serxwebûna xwe sitend, bi Fransayê re pêwendiyan danî û di sala 2024an de hecma bazirganiya navbera her dû dewletan giha 24 milyar dolarî.

Wezareta bergiriya Hindistanê di hefta borî de kirîna balafirên şer yên Rafale ya ji Fransayê tesdîq kiribû.