Azerbaycan dê destekê bide bingeha perwerdê û tamîra avahiyên Sûriyê

Dîroka Weşanê :
Azerbaycan dê destekê bide bingeha perwerdê û tamîra avahiyên Sûriyê

PeyamaKurd – Azerbeycan, Sûriye û ICESCO di navbera xwe de peymanekî girêdan ku peyman li ser avakirina û tamîra avahiyên bingehîn yên perwerda Sûriyê ye. Peyman stratejîke û armanca wê ji bo avakirina perwerda bo zarokan û ciwanaye ku karibin perwerdekî nûjen bibînin.

Li gor ragihandina wezareta zanist û perwerdê ya Azerbeycanê; wezîr Emin Amrullayev, dîrektorê giştî yê ICESCO Salim bin Muhammed el-Malik û wezîrê perwerdê yê Sûriyê Muhammed Abdurrahman Turko li payîtexta Fasê li Rabatê hatine cem hev.

Amrullayev, Malik û Turko, bi hevre peymanê îmza kirine. Amrullayev, di merasima îmzakirina peymanê de axifiye û di axaftina xwe de behsa Azerbeycanê kiriye ku çawa girîngiyê dide firehkirina derfetên perwerdê yên dinya îslamê.

Amrullayev got ku bi desteka hukumeta Azerbeycanê wê li Sûriyê projeyekî çêbikin ku avahiyên bingehîn yên perwerdê li Sûriyê hem ava bikin û hem avahiyan tamîr bikin. Wê proje li Sûriyê ji bo zarokan û ciwanan rewşekî bi ewle, nûjen û bi kalîte bîne meydanê.

Rêvebirê giştî yê ICESCO Malik jî ragihand ku wê destekê bidin avakirina avahiyên perwerdê.