Îran: Danûstandin derbasî qonaxa hûrgiliyên rakirina dorpêçan bûn

Dîroka Weşanê :
Îran: Danûstandin derbasî qonaxa hûrgiliyên rakirina dorpêçan bûn

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî, piştî danûstandinên îro 17ê Sibatê li Cenevre ya Swîsreyê ragihand ku danûstandinên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê de bi "cidîtiyeke bilind" têne kirin û got, danûstandin derbasî qonaxa nîqaşkirina hûrgiliyên girêdayî rakirina dorpêçan û pirsgirêkên atomî bûne.

Bekayî ji Ajansa IRNAyê ya Nûçeyan re got: “Îranê gelek caran amadebûna xwe ji bo berdewamkirina van danûstandinan heya wê dema ku pêdivî be tekez kiriye.”

Îsmaîl Beqayî da zanîn, danûstandinên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê de bi "cidîtiyeke bilind" têne kirin û da xuyakirin, pirsgirêk tevlxîhev in û di navbera her du aliyan de tu asteke baweriyê tune ye, lê tevî vê rewşê jî, em pabend in ku danûstandinan bidomînin.

Bekayî got: “Amadebûna Berpirsê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî di danûstandinên vê carê de girîng e. Her hevfêmkirineke bê bidestxistin girîng e, Ajans dê wekî desteyeke teknîkî ya navneteweyî ya îtîrafpêkirî di warê qedexekirina belavkirina çekê atomî de, rola xwe tê de bilîze.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê da zanîn, rola Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî di peymana berê de pir zelal bû û di qonax û bendên cuda cuda de xuya bû.

Îsmaîl Bekayî tekez kir ku, şandeya Îranê bi cidîtiyeke temam çûye di van danûstandinan de û bi kiryar îspat kiriye ku ew bizavê dikin ku bigihîjin encamekê.

Berpirsê Îranî got: “Parastina berjewendî û mafên rewa yên gelê Îranê di tevgera danûstandinên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê de bingeha sereke ye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, gera duyem a danûstandinên nerasterast ên di navbera her du şandeyên Îran û Amerîkayê de îro nîvro 17ê Sibata 2026ê li Balyozxaneya Umanê li Cenevre ya paytexta Swîsreyê hate lidarxistin.