PeyamaKurd- Malpera Axiosê ya Amerîkayî li ser gera îro 17ê Sibatê ya li Swîsreyê ya danûstandinên Amerîka-Îranê ragihand, civîna nerasterast bidawî bûye.
Gera duyem a danûstandinan li Balyozxaneya Umanê ya Cenevre ya paytexta Swîsreyê hate lidarxistin.
Wezîrê Derve yê Umanê Bedir bin Hemed El-Buseîdî di navbera her du şandeyan de navbeynkarî kir. Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Steve Witkoff serokatiya şandeyên her du welatan kir.
Hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn derbarê encama danûstandinan de, lê Serokê Amerîka Donald Trump beriya danûstandinên gera duyem gotibû, lihevkirin ji bo Îranê ya herî baş e, ger çênebe wê rewş pir xirab be.
Li gorî gotina Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê, Tehran bi du şertan razî bûye ku dest bi danûstandinan bike. Yek, divê danûstandin tenê li ser mijara atomî bin. Duyem jî divê dewlemendkirina uranyûmê berdewam be. Lê belê Amerîka tekez dike ku pêwîste Îran bernameya moşekên menzîldûr rawestîne û komên milîs ên herêmê jî hilweşîne.