PeyamaKurd- Wezîrê nû yên Navxwe yê Tirkiyê Mustafa Çiftçi, di bernameya "Hevdîtina Valiyan" de ragihand ku heta niha 1 mîlyon û 366 hezar û 215 Sûrî bi daxwaza xwe û bi rûmet vegeriyane welatê xwe.
Çiftî bal kişand ser girîngiya polîtîkayeke koçberiyê ya domdar û baldar û destnîşan kir ku Tirkiye ji ber cihê xwe yê erdnîgarî li ser rêyeke girîng a koçberiyê ye, lewma ew di çarçoveya nirxên bawerî, çand û rûmeta mirovahiyê de bêyî cudahiya dîn û nijadê alîkariya mezlûman dikin û têkoşîna wan a li dijî koçberiya neyasayî bi biryardarî berdewam dike.
Hêjayî gotinê ye, ji ber krîza Sûriyê ya 14 salan zêdetirî 4 milyon welatiyên Sûriyê koçberî Tirkiyeyê bûbûn û piştî ruxîna rejîma Esed di 8ê Kanûna 2025an de, vegera wan dest pê kiribû.