Li Rûsyayê di tesîsa leşkerî de teqîn: 2 mirî

Dîroka Weşanê :
Li Rûsyayê di tesîsa leşkerî de teqîn: 2 mirî

PeyamaKurd- Li herêma Leningradê ya Rûsyayê, di tesîseke leşkerî de teqînek pêk hat û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li herêma Leningradê ya Rûsyayê di avahiya tesîseke leşkerî ya li bajaroka Sertolovoyê de teqîn çêbû û 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Piştî teqînê avahî hilweşiya û ji bo rizgarkirina kesên di bin kavilan de mane operasyon hat destpêkirin.

Waliyê Herêma Leningradê Aleksandr Drozdenko got: "Ji ber hilweşîna avahiya polîsên leşkerî ya li qada yekîneya leşkerî ya li Sertolovoyê, min ferman da hêzên ewlehiyê ku ji bo rakirina kavilan û rizgarkirina birîndaran alîkariya artêşê bikin."

Medyaya Rûsyayê ragihand ku dibe 4 kes di bin kavilan de bin.