PeyamaKurd – Cîgira Sekreterê Giştî yê NATOyê, Radmila Şekerînska, di Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê de daxuyaniyên mîna "zengila hişyariyê" dan.
Şekerînskayê destnîşan kir ku li gorî hemû raporên îstîxbaratî, Rûsya piştî bidawîbûna şerê Ûkraynayê dê ne aram bibe, berevajî wê, bi tecribeya şer û kapasîteya xwe ya pîşesaziya leşkerî dê bibe "gefeke xeternaktir" ji bo hemû hevpeymaniyê.
Şekerinskayê bi fikar diyar kir ku kapasîteya hilberîna çekan a li Ewropa û Amerîkayê ji bo hewcedariyên krîtîk, bi taybetî ji bo sîstemên parastina hewayî, hîn jî ne di asta pêwîst de ye.
Wê bal kişand ser wê yekê ku Rûsyayê aboriya xwe veguherandiye "aboriya şer" û ev yek nîşana siyaseteke derve ya berfirehxwaz e ku dikare piştî Ûkraynayê berê xwe bide welatên din.
Cîgira Sekreterê Giştî eşkere kir ku di Civîna Bilind a NATOyê de, ku biryar e di meha Tîrmehê de li Enqerê were lidarxistin, dê biryarên stratejîk werin girtin. Armanca civînê ew e ku:
Şekerînskayê tekez kir ku bi tenê bi hevgirtineke xurt a di navbera welatên Atlantîk û Ewropayê de, ew dikarin rûbirûyî vê gefa nû ya Rûsyayê bibin ku piştî şerê Ûkraynayê hîn bêtir "birîndar û êrîşkar" bûye.