PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, îro 17ê Sibata 2026an, di civînekê de bi fermandarên Ereb re ragihand ku peymana bi Şamê re bi awayekî fermî ketiye qonaxa cîbicîkirinê.
Ebdî destnîşan kir ku pêvajoya tevlibûna HSDyê ya bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê dest pê kiriye û ew niha li ser prosedurên teknîkî û leşkerî yên vê yekbûnê dixebitin.
Li gorî hûrgiliyên peymanê, guhertinên berbiçav li Rojavayê Kurdistanê çêdibin:
Mezlûm Ebdî eşkere kir ku ji bo hêzên ku li herêma Kobaniyê şer dikin, di nav firqeya artêşê ya li parêzgeha Helebê de lîwayeke taybet û cuda dê bê avakirin.
Fermandarê HSDyê tekez kir ku agirbest bi tevahî tê parastin û ev pêvajo ji bo aramiya Sûriyeyê gaveke dîrokî ye.