PeyamaKurd – Îro, 17ê Sibata 2026an, li nêzîkî herêma pîşesaziyê ya kevin a bajarê Kerkûkê, bûyereke giran a trafîkê rû da.
Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, bûyer di navbera otomobîleke taybet a celebê Jeep Laredo û kamyoneteke barhilgir a celebê KIAyê de qewimî ye.
Di encama vê qezaya dijwar de, ajokarê kamyoneta KIAyê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku tîmên peywendîdar gihîştine cihê bûyerê û lêkolîn li ser sedema qezayê dane destpêkirin.
Her wiha cenazeyê ajokar ji bo karûbarên yasayî hat veguhestin bo bijîşkiya dadî ya Kerkûkê.