Heyder Şeşo hişyarî da: Metirsiya karesateke nû li Şingalê heye

Dîroka Weşanê :
Heyder Şeşo hişyarî da: Metirsiya karesateke nû li Şingalê heye

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo, di hevpeyvînekê de li gel K24ê, fikarên xwe yên kûr derbarê rewşa ne aram a Şingalê de anîn ziman.

Şeşo hişyarî da ku eger pîlanên siyasî û îdeolojiya tundrew a DAIŞê neyên rawestandin, metirsî heye ku karesata sala 2014an careke din li herêmê dubare bibe.

Şeşo bi taybetî bal kişand ser veguhestina malbatên DAIŞê ji Kampa Holê ya Sûriyeyê bo kampên li Iraqê û ev wekî "gefeke mezin" bi nav kir.

Wî diyar kir ku zêdetirî 5 hezar û 700 kesên ku peywendiya wan bi DAIŞê re heye anîne Iraqê. Şeşo got:

Ev kes xwedî heman îdeolojiya sala 2014an in. Divê werin darizandin, ne ku li nêzîkî herêmên me werin parastin."

Fermandarê Êzîdxanê rexne li wan hêzan girt ku dixwazin Şingalê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û leşkerî bikar bînin. Wî destnîşan kir ku xelkê Şingalê êdî tehamila karesateke nû nake û nabe bibe qurbaniya nakokiyên aliyên derveyî. Şeşo daxwaz kir ku:

  • Hikûmeta Federal a Iraqê berpirsiyariya xwe ya parastinê cîbicî bike.
  • Hewlêr û Bexda bi hevahengiyeke rasteqîn aramiya deverê mîsoger bikin.
  • Serokên eşîran û xelkê herêmê hişyar bin û nebin amûrê pîlanên şerxwaz.