PeyamaKurd – Berbanga îro, 17ê Sibata 2026an, li Kampa Bajid Kendal a li devera Zaxoyê ku koçberên Şingalê lê dimînin, şewatek derket.
Di encama vê bûyerê de agir bi du konan ket û welatiyek bi sivikî birîndar bû. Tîmên Parastina Sivîl a Zaxoyê bi lez gihîştin cihê bûyerê û rê li ber karesateke mezintir girtin.
Her çend lêkolînên fermî berdewam dikin, lê niştecîhên kampê balê dikişînin ser "şorta elektrîkê" û konên ku ji ber kevinbûnê zû dişewitin. Ev cara çaremîn e di nav 30 rojên dawî de ku li vê kampê şewat rû dide. Di encama van her çar bûyeran de heta niha 70 kon û dikan bi temamî şewitîne û 4 kes jî birîndar bûne.
Koçberên Şingalê yên li Bajid Kendalê, Hikûmeta Federal a Iraqê û bi taybetî Wezareta Koç û Koçberan wekî berpirsiyar dibînin. Koçber îdia dikin ku wezaret bi qestî alîkariyan kêm dike û konên kevin nû nake, da ku bi vê rêyê zextê li wan bike ku kampan biterikînin û vegerin Şingalê.
Ev di demekê de ye ku gelek koçber ji ber nebûna ewlehî û xizmetguzariyan li Şingalê, naxwazin vegerin ser malên xwe.