Li Brukselê serhildana cotkaran: Kolan bûn qada şer

Dîroka Weşanê :
Li Brukselê serhildana cotkaran: Kolan bûn qada şer

PeyamaKurd- Di dema lûtkeya lîderên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li Brukselê de, nêzî 10 hezar cotkarên ji 27 welatên Ewropayê bi hezaran traktoran kolan girtin û polîtîkayên çandiniyê yên YEyê û peymana "Mercosur" protesto kirin.

Cotkarên ku bi traktorên xwe bariyerên ewlehiyê rûxandin, li ber avahiya Parlamentoya Ewropayê agir vêxistin û bi keviran êrîşî avahiyan kirin.

Polîsan jî bi gaza rondikrêj û reşandinê avê bersiv da çalakvanan.

Di demeke ku lîderên Ewropayê zêdetir bala xwe dane ser alîkariya Ukraynayê, cotkar ji ber birîna piştgiriyên aborî û zêdebûna hawirdeya ji derve bi fikar in û Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban jî piştgirî da wan û diyar kir ku peymana "Mercosur" wê cotkaran biqedîne.