PeyamaKurd- Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku ew ji bo mîtinga "Azadî ji Ocalan re" ya ku DEM Partî wê di 4ê Çileya 2026an de li dar bixe, tu pirsgirêkan nabîne.
Bahçelî destnîşan kir ku di çarçoveya qanûn û destûrê de mafê her partiyekê heye ku civîn û mîtingan pêk bîne.
Lê belê Bahçelî da zanîn ku Abdullah Ocalan di banga xwe ya 27ê Sibatê ya bo çekberdana PKKê de tu daxwazeke serbestberdanê nekiriye.
Bahçelî got: "Di rewşeke ku CHPê heta niha 75 mîting li dar xistine de, mîtinga DEM Partiyê ne tiştekî wisa mezin e ku bibe mesele. Li gorî dîtina min, mîtinga 4ê Çileya 2026’an tu zerara wê nîne; bêguman dikarin bicivin û daxwazên xwe bînin ziman. Çi bi vê heye?"