PeyamaKurd- Civîna Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 18ê Kanûnê bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî birêve çû.
Endama Komîteya Navendî ya PDKê Ciwan Rojbeyanî, hûrgiliyên civînê eşkere kirin û got, encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hatine nirxandin û biryar hatiye dayîn ku du şandên danûstandinkar ên cuda bên pêkhanîn; şandek ji bo avakirina hikûmeta federal li Bexdayê û şandek jî ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Derbarê şêwaza danûstandinan de, Rojbeyanî got: "Vê carê li gorî destkeft û giranbiha dengên hilbijartinan, şêwaza guftûgoyên şandê dê ji ya beriya hilbijartinan ciyawaz be."
Rojbeyanî da zanîn, eger di rabirdûyê de PDKê ji bo parastina hevsengiyê li ser hinek postan tawîz kiribe, dibe ku vê carê şêwaza guftûgoyan were guhertin û guhertin bi ser de were.
Li ser mijara postên serwerî û posta Serokkomarê Iraqê, Rojbeyanî helwesta partiya PDKê wiha anî ziman: "Posta Serokomar pişka Kurdan e, lê ne merc e ku ew post tenê ji bo PDKê an YNKê be. Lewma dê guftûgo li ser wê yekê were kirin ku ev post ber kîjan aliyê Kurdî dikeve."
Endama Komîteya Navendî ya PDKê diyar kir, danûstandinên ligel Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî dê li ser dabeşkirina postan berdewam bin.