Li dijî baregehên ENKSê êrîş: Ala Kurdistanê daxistin, wêneyê Ocalan danîn

Dîroka Weşanê :
Li dijî baregehên ENKSê êrîş: Ala Kurdistanê daxistin, wêneyê Ocalan danîn

PeyamaKurd- Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand, li bajarê Amûdê, êrîşî li ser baregehên wan û yên Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriya (PDK-S) hatiye kirin, tabela hatine çirandin û Ala Kurdistanê hatiye daxistin.

Ragihandina Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) da xuyakirin, li bajarê Amûdê îro 18ê Kanûnê danê sibê, tabeleya fermî ya baregeha ENKSê hat çirandin û li şûna wê, aleke ku wêneyê Rêberê PKKê li ser e, bi deriyê baregehê ve hatiye daliqandin.

ENKSê dyar kir, nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriya (PDK-S) jî li bajarê Amûdê rastî bûyereke wiha hatiye, ku êrîşkaran Ala Kurdistanê ji ser avahiya PDK-Sê anîne xwarê û wêneyek li ser deriyê nivîsgehê danîne.

Heta niha ti aliyekî fermî yê ewlehiyê li bajêr derbarê bûyerê de daxuyanî nedaye.