HSD û Şamê li ser tevlîkirina 3 tumenan di nav artêşa Sûriyê de li hev kir

Dîroka Weşanê :
HSD û Şamê li ser tevlîkirina 3 tumenan di nav artêşa Sûriyê de li hev kir

PeyamaKurd- Komîteya ji Rojavayê Kurdistanê bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê re danûstandinan dike, li ser hesabê xwe yê Xê derbarê lihevkirina pêşîn a bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê re daxuyaniyek belav kir û behsa hinek hûrgiliyan kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “lihevkirineke pêşîn li ser hiştina 3 tumenên HSDê di saziya leşkerî ya artêşa Sûriyeyê de çêbûye.”

Hate diyarkirin ku “Bi rêya komîteyên pispor ên ji herdu aliyan ve, nîqaş li ser hûrgiliyên girêdayî rol û avaniya rêxistinî têne kirin. Çaverê ye ku di demeke nêzîk de gavên pratîkî bêne avêtin.”

Bi piştgiriya navnetewî gav tên avêtin

Di daxuyaniya Komîteyê de hate denîşankirin ku “ev gavên bûyî, bi piştgiriyeke navneteweyî ya zelal çêbûne ku dê çareseriyeke siyasî ya li ser bingeha diyalogê bi xwe re bîne.”

Komîteyê daxuyakirin ku “Ev vebijêrk rêya her rastîn e da ku aramiya herêmê misoger bibe. Her pêşketineke berbiçav, rê dide ku derî li pêş şerê medyayî û gotarên kînê were girtin.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de Komîteyê banga lihevhatin û hevkariyê kir û destnîşan kir ku “Ev rê dê çareseriyeke domdar li Sûriyeyê ava bike.”