PeyamaKurd – Li herêma Hewramanê ya Rojhilatê Kurdistanê ya ku bi xwezaya xwe û mîmariya xwe ya taybet tê naskirin, xebatên ji bo parastina mîrata çandî berfirehtir dibin. Rayedarên pêwendîdar ragihandin ku amadekarî qediyane da ku şeş gundên din ên li parêzgeha Kirmaşanê ya li Rojhilatê Kurdistanê li lîsteya "Mîrata Neteweyî" werin zêdekirin.
Rêveberê Cihê Mîrateya Cîhanî ya Peyzaja Çandî ya Hewramanê Seyfullah Rencber ji ajansa ISNAyê re diyar kir ku dosyayên gundên Tîn, Spî Aw û Zerdoyî yên ser bi navçeya Paweyê be û gundên Kelace, Kilaşî Lolm û Şalge yên ser bi Ciwanroyê ve bi hûrgulî hatine amadekirin. Armanc ew e ku ev dosya heta dawiya sala Hicrî Şemsî radestî Wezareta Mîratên Çandî û Geştiyariyê ya Îranê bên kirin da ku statuya wan fermî bibe.
Di pêvajoya amadekirina dosyayan de lêkolînên berfireh li ser mîmariya gundan, teknîkên avakirinê, peyzaja çandî û kevneşopiyên herêmî hatine kirin. Bi qeydkirina van gundan di lîsteya mîrata neteweyî de, ew ê bikevin bin sîwana parastina yasayî ya Rêxistina Mîrata Çandî.
Li gorî vê statuyê, her cure destwerdana keyfî ya ku zirarê bide tevna dîrokî qedexe ye û hemû xebatên nûjenkirinê divê tenê bi destûr û di bin çavdêriya pisporan de bên meşandin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku herêma Hewramanê di sala 2021an de bi tevahî ketibû nav Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê.