PeyamaKurd – Di dema pîrozbahiyên şeva sersalê de, li navenda xweşemitandinê ya navdar Crans-Montana ya li Çiyayên Alp ên Swîsreyê, karesateke mezin qewimî. Di encama şewat û teqîna li barekê de, nêzîkî 40 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Bûyer li barê bi navê "Le Constellation" di saetên şahiyê de rû da. Wezareta Derve ya Îtalyayê bi spartina polîsên Swîsreyê ragihand ku di karesatê de herî kêm 40 kes mirine û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûne. Di dema şewatê de tê texmînkirin ku zêdetirî 100 kesî di hundirê barê de pîrozbahî dikirin.
Li gorî zanyariyên polîs, ev bûyer wekî "êrîşeke terorîstî" nayê nirxandin. Tê texmînkirin ku agir ji ber fîşekên hewayî (havaî fişek) yên di hundirê cihê girtî de hatine bikaranîn derketibe. Hikûmeta Swîsreyê li herêmê "rewşa awarte" ragihand û lêpirsîneke berfireh li ser sedema teqîn û şewatê da destpêkirin.