PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû, di çarçoveya aloziyên zêde yên di navbera Amerîka û Îranê de, talîmateke nû da kabîneya xwe. Netanyahû ji wezîrên xwe xwest ku li ser îhtîmala operasyoneke leşkerî ya li dijî Îranê tu daxuyanî nedin û şîroveyan nekin.
Ev biryara Netanyahû piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump hat ku gotibû ew "vebijarkên pir bihêz" li dijî Tehranê dinirxînin.
Tê payîn ku roja Sêşemê plansaziyên êrîşên sîber û operasyonên leşkerî pêşkêşî Trump bêne kirin. Ji aliyê din ve, Îranê hişyarî da ku eger êrîşek pêk bê, ew ê baregehên Amerîkayê yên li herêmê bikin hedef. Ev krîz, operasyonên hewayî yên sala 2025an ên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê tîne bîra mirov û îhtimala şerekî nû zêde dike.