Netenyahu: “Min bi wezîrê karên derve yê DYA re hevdîtinekî kir”

Dîroka Weşanê :
Netenyahu: “Min bi wezîrê karên derve yê DYA re hevdîtinekî kir”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku li DYAyê li Washingtonê, li Blair House bi wezîrê kar û barên derve yê DYAyê bi Marco Rubio re hevdîtinekî kiriye.

Netenyahu got ku berya bi serokê DYAyê Donald Trump re li Koşka Sipî hevdîtinê bike, li ser endamdiya Îsraîlê ya ‘Heyeta Aştiyê’ peymanê îmza kiriye. Netenyahu dewam kir:

“Hevkariya zexm ya navbera DYA û Îsraîlê, em ê dewam bikin da xwurtir bikin.”

Netenyahu piştî îmza peymanê bi serokê DYAyê Trump re, dest bi hevdîtinê kir.