Treylerên alîkariyê yên ji Amedê çûn, gihan Kobaniyê

Dîroka Weşanê :
Treylerên alîkariyê yên ji Amedê çûn, gihan Kobaniyê

PeyamaKurd – Treylerên alîkariyê yên ji Amedê (Diyarbekir) çûn Kobaniyê, gihane Kobaniyê. Kampanya alîkariyê ji aliyê Platforma Parastin û Hevkariya Diyarbekirê de hat meşandin. Bo desteka mirovî bigihê xelkê bajarê Kobaniyê, 25 TIR alavên pêdiviye şandin Kobaniyê.

Di nav alavan de av, potê zarokan, şîr, mama, alavên jinan yên hîjyenê, battaniye, alavên germkirinê, livîn û gelek cûre xida di nav wan de hene.

Malzemeyên alîkariyê di du depoyan de hatin civandin ku yek ji wan Navenda Fuar û Kongrê ya Mezopotamya ye û ya dinê jî Otoparka Stat Millet Bahçesiye.

Malzemeyên ku dane hev, bi hevkariya AFADê, di deriyê sînorê Kîlîsê yê li navça Elbeyliyê, yê bi navê Çobanbey de do êvarê derbas bûn.

Platform xwestibû ku deriyê Murşidpinarê de alîkariyê bişînin lê nebû. Ji ber ew derî raste rast dikeve pêşberê Kobaniyê. Konwoya ewilî di 30yê meha borî de şandibûn lê di destpêka Sûrûcê de ew rawestandibûn û nehiştibûn di wir de herin. Konwoy dageriyabû Amedê.

Niha jî kampanya civandina alîkariyê li heman navendan dewam dike.