PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî di ser hesabê we yê Xê de ragihand ku ew bi Rêvebira Hewla Iraqê ya di nav Konseya Atlantîkê de, bi Victoria J. Taylor re hevdîtin kiriye û ji hevdîtinê dilxweş e. Talabanî got:
“Em li ser pêşdeçûnên herêmî, Iraqê û Herêma Kurdistanê axifîn û me dan û sitendina ramanan kir. Di vê wexta krîtîk de, bo parastina îstîqrarê û pêşdebirina hevpar, avakirina yekîtiya ramanan di nav terefên Iraqê de gelek girîng e.”