Wezîrê dadê yê Iraqê: “Heya niha 5 hezar IŞİDî anîne Iraqê û 165 ji wan ji Tirkiyê ne”

Dîroka Weşanê :
Wezîrê dadê yê Iraqê: “Heya niha 5 hezar IŞİDî anîne Iraqê û 165 ji wan ji Tirkiyê ne”

PeyamaKurd – Wezîrê dadê yê Iraqê Xalid Şivanî bo Rûdawê li ser neqla IŞİDiyan ya ji Sûriyê bo Iraqê agahiyan da. Şivanî got ku wê di nav 2 rojan de neqla wan IŞİDiyan temam bibe. Li gor agahiyên ku Şivanê daye:

-Ji 60 welatên cuda IŞİDî di nav wan de hene lê piraniya wan ji Sûriyê ne.

-Mesrefên neqla wan û yên din ji aliyê koalisyona hevpar de tê dayîn.

-Wê IŞİDiyan neqlê Herêma Kurdistanê nekin.

-Li Bexdayê di zîndanekî taybet de dimînin ku ewlehiya wê gelek qewiye.

-Wê li gor qanûna li dijî terorê ya Iraqê bên darizandin.

Şivanî got:

“IŞİD rêxistinekî terorê yê navdewletiye û sûcên li Iraqê kirine aşkeraye. Li gor qanûnên Iraqê endamtiya IŞİDê bi serê xwe sûce û cezayê wê hey abi heyayê ye (muebedde). Ji bo darizandina wan tîmekî darazê taybet hat avakirin.”

Li gor jimara niha ku 5 hezar kesan birine Iraqê, jimara IŞİDiyên ji Tirkiyê ne 2,500 lê 165 e. Şivanî got ku di nava yên ku hêj bînin de, çend welatiyên Tirkiyê hene nizanin. Şivanî got ku bi Ankara re hevdîtin dewam dikin û axifî:

“Eger ev kes, di nav Iraqê de sûcekî nekiribin û li Iraqiyan nexistibin, fikrekî heye ku dibe bên îadekirin bo welatên wan. Ev ne tenê ji bo welatiyên Tirkiyê lê ji bo temamên welata ye.”

Wezîr Şivanî ragihand ku di nav wan de rêvebirên rêxistinê yên di asta bilind de û di asta emir de hene û terorîstên gelek talûkene. Ew di ciyên ku asta ewlehiya wan bilind de tên girtin. Şivanî weha dewam kir:

“Wezareta me ya karên derve û îstîxbarata me ji dewletên din dixwaze ku hemwelatiyên wan yên li Iraqê ne, wan bibin welatê xwe.

Ti girtiyekî dê neşînin zindanên Herêma Kurdistanê yên wekî Sûsa û Çemçemalê. Ew terorîstên gelek talûkene lê zîndanên Sûsa û Çemçemalê bo sûcdarên adî hatine avakirin.”