Qezayekî weka komkujiyê: 13 mirî û 35 birîndar hene

Dîroka Weşanê :
Qezayekî weka komkujiyê: 13 mirî û 35 birîndar hene

PeyamaKurd – Li welatê Cezayîrê otobusekî li bajarê Benî Abbasê ji ser rê derket û qeza kir. Di encamê de 13 kes mirin û 35 kes birîndar bûn. Li ciyê bûyerê xebata rizgarkirin û lêgerînê dewam dike.

Wezareta bergiriyê beşa yekîneya cendirmeyan bi nivîskî daxwuyanî da û got ku dema otobus ber di bajarê Beşarê ve diçû, otobus ji ser rê derket û qeza kir.

Li Cezayîrê ajansa rêyên bejayiyê di rêjeya xwe de got ku di sala 2024an de, di qezayan de 3,700 kes mirine û 35,500 kes birîndar bûne.