PeyamaKurd – Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Antonio Costa ragihand ku rêberên welatên endam ên YEyê wê "di rojên pêş de" civîneke awarte li ser Gronlandê li dar bixin.
Di daxuyaniyekê de ku bi rêya platforma medyaya civakî ya X hatiye kirin, Costa diyar kir ku welatên endam ên YEyê di çarçoveya Gronlandê de li ser prensîbên hiqûqa navneteweyî, yekparçeyiya axê û serweriya neteweyî yek in.
Wî tekez kir ku ew li ser piştgiriya Danîmarka û Gronlandê û naskirina berjewendiyên ewlehiyê yên transatlantîk ên hevpar li Arktîkê, bi taybetî bi rêya NATOyê, li hev dikin. Costa herwiha destnîşan kir ku welatên endam li hev dikin ku bacên ku ji hêla Washingtonê ve hatine ragihandin wê zerarê bidin têkiliyên transatlantîk û bi peymana bazirganiyê ya YE-DYAyê re ne lihevhatî ne.
Costa herwiha diyar kir ku ew nêrînên wekhev parve dikin li ser amadebûna parastina xwe li dijî "her zextekê" û berdewamkirina hevkariya bi DYAyê re li ser mijarên berjewendiya hevpar û ragihand ku ew ê "di rojên pêş de" civîneke awarte bi rêberên neteweyî re li dar bixin.