PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku ji ber geşedanên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, asta hişyariyê li ser sînoran gihandiye asta herî bilind.
General Tehsîn Hefacî, Berdevkê Wezaretê, eşkere kir ku hêzên federal û hêzên Pêşmerge bi hevahengiyeke temam li ser sînor di amadebaşiyê de ne.
Ev liv û tevgera leşkerî piştî nûçeyên derbarê reviyana girtiyên DAIŞê ji zindanên Rojavayê Kurdistanê zêde bû.
Mihemed Casim Kakayî, Berpirsê Ewlehiya Neynewayê, diyar kir ku ji bo rêgirtin li derbasbûna endamên DAIŞê, hêzên zêde yên wekî Artêş, Pasvanên Sînor û Heşda Şabî li ser sînorê 618 kîlometreyî hatine bicihkirin.
Iraq dixwaze bi sê xetên parastinê sînorê xwe ji her cure gefan biparêze.