PeyamaKurd- Hate ragihandin ku piştî banga Senatorê Komarî Lindsey Graham a çend roj berê, Kongre û Senatoya Amerîkayê ji bo parastina Kurdan a li Sûriyeyê li mekanîzmeyekê digere.
Senator Lindsey Graham li ser hesabê xwe yê Xê ragihandibû ku di nav vê heftiyê dê projeyasayekê ji bo wê mebestê pêşkêşî kongreyê bikin.
Senatorê Amerîkî Richard Blumenthal jî ragihand ku ew li Kongreyê ji bo parastina Kurdan kar dikin û diyar kir, "Bi baweriya min pêwîst e em Kurdan li Sûriyeyê biparêzin û gavan bavêjin ji bo em piştrast bin ku ew li hemberî her cezakirin û tolhildanê ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve parastî dibin. Ew erk li ser milê Amerîkayê ye, ji ber ku ew hemahengên me bûn û me bi hev re kar kiriye."
Blumenthal hêvî kir ku rêvebiriya Amerîkayê gavên zêdetir ji bo wê mebestê bavêje û wiha axivî: "Ez bi hevkarên xwe re kar dikim ji bo hebûna her projeyasayekê, lê hêvîdar im hikûmeta Amerîkayê zêdetir parastina wan bike."
Senatorekî din ê Amerîkayê Chris Coons jî dilgiraniya xwe li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê ku di bin êrîşên hêzên hikûmeta demkî de ye anî ziman û got, "Ez derbarê silametî û ewlehiya hevbeşên me yên Kurd ên li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de gelekî dilgiran im. Bi baweriya min divê hikûmeta (Ehmed) Şer êrişên xwe rawestîne û wekî rêyeke guncaw bi Kurdan re guftûgoyê bike."