PeyamaKurd – Kurê serokê berê yê Lîbyayê Muammer Qedafî, Seyf el-Îslam Qedafî (53), li bajarê Zintanê yê li rojavayê welat hat kuştin. Nûçeya mirina wî ji aliyê parêzerê wî Xalid el-Zeydî û nûnerê wî yê siyasî Abdullah Osman Ebdulrehîm ve hat piştrastkirin.
Li gorî agahiyên ewlehiyê, komeke çekdar roja Sêşemê êrîşî mala wî ya li Zintanê kir û ew li wir kuşt.
Seyf el-Îslam Qedafiyp ku di dema desthilatdariya bavê xwe de wekî “cîgirê rejîmê” dihat naskirin, ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ve bi sûcên li dijî mirovahiyê dihat xwestin.
Ew piştî girtina sala 2011an, di sala 2017an de bi efûyekê hatibû berdan û di sala 2021an de hewl dabû bibe namzedê serokkomariyê.
Kuştina wî piştî salên dirêj ên têkoşîna desthilatdariyê, hevsengiya hesas a li Lîbyayê û hêviyên derbarê hilbijartinan de dîsa xistiye nav nezelaliyê
.