Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Şamê kir

Dîroka Weşanê :
Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Şamê kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot, di çarçoveya gera xwe ya herêmî de gihîşt Şamê û bi hevtayê xwe yê hikûmeta demkî ya Sûrî Esed Şeibanî re civiya.

Di hevdîtinê de, Şamê ji bo hewildanên Parîsê yên derbarê sivikkirina dorpêçên li ser Sûriyeyê spasiya Fransayê kir.

Mijara sereke ya civînê, hevahengiya ji bo rûbirûbûna DAIŞê û parastina aramiya herêmî bû.

Çavkaniyên dîplomatîk ên Fransî dan zanîn ku piştî entegrebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav artêşa Sûriyeyê de, pêdivî bi “ji nû ve avakirina mîmariya dijî-terorê” li Rojavayê Kurdistanê heye.

Parîsê tekez kir ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo parastina mafên Kurdan û cîbicîkirina peymana nû ya di navbera Şam û saziyên Kurdî de bidomînin.

Tê payîn ku Barrot piştî Şamê derbasî Iraq û Herêma Kurdistanê bibe da ku li ser bandora komên nêzîkî Îranê û pêşîgirtina li aloziyên herêmî gotûbêjan bike.