Wezîrê berevaniya Îtalyayê: “Em girîngiyê didin parastina ewlehiya Herêma Kurdistanê”

Dîroka Weşanê :
Wezîrê berevaniya Îtalyayê: “Em girîngiyê didin parastina ewlehiya Herêma Kurdistanê”

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îtalyayê Guido Crosetto bo Rûdawê ragihand ku ew girîngiyê didin parastina ewlehiya Herêma Kurdistanê.

Crosetto ragihand ku wê destekê bidin ji bo parastina ewlehiya Kurdistanê, hêzên çekdar pêşbixin, hevkariyê zêde bikin û desteka xwe dewam bikin. Wezîr Crosetto, Kurdistanê li herêmê bo avakirina îstîqrarê û aştiyê wekî lehengê esasî û mifteyî bi nav kir.

Wezîr Crosetto got ku têkiliyên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê de dîrokîne û bi kok in. Wezîr got ku ew pêwendiyên li Romayê dane destpêkirin dê dewam bikin û xebatên hevpar yên di seha ewlehiyê de hatine kirin dê firehtir bikin. Wezîr hem got ku Îtalya bo parastina Kurdên li Sûriyê xebata zêde kiriye û dewam dike.

Crosetto ragihand ku IŞİD hêjî tehdîdekî mezin û xwurte û bi taybetî li Sûriyê ew pêşdeçûnên di zîndanan de, asta talûkan zêde dike.

Li ser hevdîtinên bi serok Mesûd Barzanî re hatin kirin û yên bi Nêçîrvan Barzanî re bên kirin, wezîr got wê hevdîtinên li Romayê destpêkirin bidin dewam kirin. Ji ber Herêma Kurdistanê xîmekî aştî û ewlehiyê ye li herêmê.