Mesrûr Barzanî: Her du Yekîtiyên Qutabiyan û Ciwanan dîrokeke wan a pir serwerî heye

Mesrûr Barzanî: Her du Yekîtiyên Qutabiyan û Ciwanan dîrokeke wan a pir serwerî heye

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî ji bo salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Ciwanên Demokratîk ên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de da zanîn: “Her du Yekîtiyên Qutabiyan û Ciwanan dîrokeke wan a pir serwerî heye û di qonaxên cuda yên xebata gelê Kurdistanê de, di mijarên niştimanî de her dem li sengerê pêş yê berevanîkirin û dakokîkirinê bûn.”

Peyama Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî wiha ye:

Di 70emîn salvegera damezrandina her du rêxistinên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Ciwanên Demokratîk ên Kurdistanê de, ez pîrozbahiyeke germ arasteyî hemû endamên her du Yekîtiya Qutabiyan û Ciwanên Kurdistanê dikim û hêviya pêşketinê û nûbûnê û berdewamiya wan dixwazim.

Her du Yekîtiyên Qutabiyan û Ciwanan dîrokeke wan a pir serwerî heye û di qonaxên cuda yên xebata gelê Kurdistanê de, di mijarên niştimanî de her dem li sengerê pêş yê berevanîkirin û dakokîkirinê bûn. Herwiha melbenda pêgihandinê ya çendîn serkirdeyên jêhatî û bi şiyan bûne ku îro gelek ji wan di warên cur bi cur de xizmetê dikin.

Ez hêvîdar im di karwanê xebata xwe ya rêxistinkirî de di serkeftina berdewam de bin ji bo pêgihandina nifşekî hişyar û zana û dahêner û niştimanperwer û şiyanên xwe di xizmetkirina gel û welatê xwe de bi kar bînin.

Salvegera 18ê Sibatê pîroz be û her dem Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê di pêşketin û nûbûneke berdewam de bin.

Mesrûr Barzanî

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

18ê Sibata 2023an

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin