PeyamaKurd – Li welatê Afrîka Ûgandayê 219 zîndanî ji zîndanê reviyan. Berdevkê leşkerî yê herêma Moroto Peter Magişa ragihand ku ji herêma Morotoyê ji zîndanekî 219 mehkûm reviyane. Di wexta revê de pevçûn derketiye û di encamê de leşkerekî û 3 mehkûm mirine.
Ji firaran 7 kes hatine girtin û hêzên asayîşê bo girtina yên din ji hewa û bejayiyê de dest bi operasyona girtina wan kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin