PeyamaKurd – Rayedarên dewletên Fransa, Qatar, Misir, Amerîka û Saûdî Erebistan ragihandin ku divê bilez serokkomarê dewleta Lubnanê bê hilbijartin.
Rêvebirên dewletên Fransa, Qatar, Misir, Amerîka û Saûdî Erebistan li Qatarê li payîtext Dohayê li ser mijara serokkomariya Lubnanê civiyan û di dawiya civînê de daxwuyaniyekî hevpar dan ku di medya Lubnanê de hat weşandin.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku divê rêvebirên Lubnanê serokkomar hilbijêrin û reformên ekonomik bikin. Nûnerên 5 dewletan gotin ku divê ji serxwebûn û desthilata Lubnanê re rêz bigrin û bibîr xistin ku di ser wexta hilbijartina serokkomariya Lubnanê de 9 meh derbas bûye û heya niha nikaribûne kesekî di şûna serokkomar Mişel Awn de bibjêrin. Daxwuyanî weha dewam dike:
“Divê Lubnan serokkomarê xwe hilbijêre, serokkomarekî ku karibe berjewendiyên Lubnanê li pêş bigre, refaha milletê xwe bide pêş û karibe xelkê Lubnanê bigihîne hev. Wê Fransa, Qatar, Misir, Amerîka û Saûdî ji bo berjewendiyên Lubnanê, welat destek bike û di nav hevkariyê de bimînin.”
Li Lubnanê, ji 31ê cotmeha 2022an heya niha parlemento nikaribûye ji xwe re serokkomar bibjêre.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin