AFP: Li Bakuyê di navbera Sûriye-Îsraîlê de hevdîtina rasterast çêbû

PeyamaKurd- Ajansa France Press (AFP) ragihand ku li paytexta Azerbaycan Bakuyê di navbera rayedarên Sûriye û Îsraîlê de hevdîtineke rasterast çêbûye.
Li gorî nûçeyê ku agahiyên xwe dispêre jêderên dîplomatîk, ev hevdîtin di çarçoveya serdana fermî ya Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera ya Azerbeycanê de, di navbera nûnerên her du welatan de pêk hatiye.
Jêderekî agahdarê hevdîtinê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike gotiye: "Di serdana Şera ya Bakuyê de, di navbera rayedarekî Sûriyeyî û rayedarekî Îsraîlî de hevdîtineke rasterast pêk hat."
Heman jêderî daye zanîn ku Ehmed Şera bi xwe beşdarî hevdîtinê nebûye.
Hate zanîn ku rojeva sereke ya hevdîtinê, hebûna nû ya leşkerî ya Îsraîlê li Sûriyeyê ye.
Hikûmeta veguhêz a Şamê heta niha derbarê vê hevdîtinê daxuyaniyeke fermî nedaye.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




