Amerîka dê keştiyên şer û balafirên leşkerî bişîne Rojhilata Navîn

PeyamaKurd – Ji ber şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê li Rojhilata Navîn hêza xwe ya leşkerî zêde dike.
Li gorî Reutersê, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê dê balafirên şer ên F-16, F-35 û F-22 li herêmê bi cih bike û mîsyona balafirên heyî jî dê dirêj bike. Berpirsan diyar kir ku ev bicihkirin ji bo armancên parastinê ye.
Her weha, Grûba Êrîşê ya Keştiya Balafirhilgir USS Nimitzê ber bi herêmê ve tê, û hat ragihandin ku çêdibe ku bi USS Carl Vinsonê re, ku niha li herêmê ye, demekê bi hev re kar bikin.Tê gotin ku ev gav hêza Amerîyê ya bi 40 hezar leşkeran li Rojhilata Navîn dê xurttir dike.
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.




