Amerîka hisyarî da Beser Esed!

Amerîka hisyarî da Beser Esed!

PeyamaKurd- Amerîka endîşeya xwe bo ‘herêma kêmkirina şer’ ya li başûrê rojavayê Sûriyê ragihand ku naxwaze artêşa Sûriyê bikeve wê herêmê û xeberên ku vê dawiyê belav dibin, nîşana operasyona wê herêmê ye.

Li ser navê Amerîkayê berdevka wezareta karê derve Neather Nauert, mijarê weha ragihand:

“ Sala borî Amerîka, Urdun û Rûsya li ser vê herêmê li hev kiribûn ku di herêmê de şer nebe û gengeşî kêm bibe. Lê niha behsa operasyona hêzên Beşer Esed bo ser herêmê tê kirin. Eger ev bê binpêkirin, wê Amerîka tedbîrên tund bo kiryaran bistîne. Em rejîma Sûriyê hişyar dikin ku nebin sedema mezinbûna şer û dawîlêhatina agirbesa vê herêmê.”

Berê Rûsya, Urdun û Amerîka bo Der’ayê biryarê dabûn ku bibe ‘herêma ku gengeşe lê hatiye kêmkirin’.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin