Li gor Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîka Con Kîrbî do diyar kir, hevdîtin di navbera Wezîrê Wezareta Navborî Lioyd Austin û hevkarê wî yê Israîlê Benny Gantz de çêbû.
Con Kîrbî eşkere kir, rojeva sereke ya civîna her du aliyan, li ser mayîndekirina agirbesta navbera Israîl û Filistînê û parastina ewlehiya Israîlê bûye.
Kîrbî destnîşan kir, di civîna hatiye pêkanîn de teqezî ji bo berdewamiya hevkariya hevbeşa a ji bo parastina her du aliyan hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin