Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Rêveberiya Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaz kiriye ku Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şera ku rêberê Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) bû û di lîsteya reş a terorê de cî digire, ji wê lîsteyê were derxistin.
Li gorî ajansa Reutersê, ji bo derxistina ji lîsteya reş û rakirina pêkanînên ser Ehmed Şera, divê ji 15 endamên Konseya Ewlekariyê ya NY herî kêm 9 endam dengê ‘’erê’’ bidin û endamên daîmî yên weke DYA, Rûsya, Çîn, Fransa û Brîtanya jî pêşnûmayê veto nekin.
Ev hewldan, piştî daxuyaniya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump a meha Gulanê ya ji bo rakirina sizayên ser Sûriyê ve wekî lêgerîna ‘’sistkirina’’ sizayan tê nirxandin.
Hefteya borî jî Wezareta Karên Derve ya DYAyê, piştrast kiribû ku ew di çarçoveya Yasaya Rayedarkirina Parastina Neteweyî (NDAA) de ku di kongreyê de dihat nîqaşkirin, piştgiriyê didin rakirina sizayên Yasaya Caeser a zexta aborî li Sûriyeyê dike.
Piştî şerê navxweyî yê 13 salan û hilweşîna rejîma Beşar Esad a di Kanûna 2024’an de, Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ) û hevalbendên wê desthilatdariya Şamê bi dest xistin. HTŞ, weke peyhatiyeke Eniya El Nusra ya ku weke şaxekî El Kaîdeyê yê Sûriyeyê tê zanîn û di sala 2016’an de îdîa kiribû ku wê têkiliyên xwe yên fermî li gel El Kaîdeyê qut kirine ye. Tevî vê yekê jî koma HTŞê ji sala 2014’an ve ye di lîsteya terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih digire.
El-Şara, weke serokê berê yê HTŞ’ê tê zanîn û demeke dirêj bi navê Ebu Muhammed el-Colani dihat naskirin. Amerîkayê di Kanûna 2024’an de xelata 10 milyon dolarî ya ji bo serê El Şara vekişandibû.
El-Şara û hin endamên berê yên HTŞ’ê hê jî di lîsteya sizayên NY’ê de cih digirin. Lê belê komîteya NY’yê îsal çend caran destûra seredanê da El Şara. Ji ber vê yekê pêşnûmaya Amerîkayê ji dengdanê derbas nebe jî tê ragihandin ku tu astengî li pêşiya El Şara tune ne ku hefteya were ji bo hevdîtina bi Trump re biçe Washingtonê.
Di raporeke NY ya meha Tîrmehê hatiye weşandin de hate diyarkirin ku di nav sala 2025’an de di navbera HTŞ’ê û El Kaîdeyê de pêwendiyeke aktîf nehatiye tespîtkirin.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.