Li bajare Orduyê ocaxa keviran hilwesiya: 2 karker di bin gocaran de man
PeyamaKurd – Li bajarê Orduyê li navça Fatsayê ocaxa keviran hilweşiya. 2 karker di bin keviran de man û lêgerîna li karkeran destpêkir. Tîmên dixebitin yên AFAD, îtfaiye, cendirme û yên tenduristiyê ne.
Li ser rêya Ordu-Çamaşê nêzî rê di dema di ocaxa keviran de dixebitîn, roxandin çêbû. Di wexta bûyerê de makîna kar û kamyon di bin malzemeyên ku şemitîn de man.
Parêzgerê bajarê Orduyê Muammer Erol, ragihand ku li ser rêya Fatsa-Çatalpınarê di şantiya keviran de roxandin çêbûye û ew ketiye ser rê û diçe ciyê bûyerê. Erol got ku tîmên pêwendîdar çûne ciyê bûyerê û dewam kir:
“Niha di destê me de agahiyeka zelal nîne. Tîm dixebitin da her 2 kesên di bin keviran de mane da wan rizgar bikin. Ciyê bûyerê ji bajêr 7 km dûr e. Seet li dora 12.00an di karê rojane de teqandinê kirine lê seet li dora 16.30an de komekî kevir gêr bûye û kamyonekî û alavekî kar di bin de mane. 20 alav zêde dixebitin da xwe bigihînin karkeran..”
Ev nivîs 21 car hatiye xwendin.