Artêşa Lubnanê bi dehan welatiyên Sûrî desteser kir

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku artêşa Lubnanê, bi dehan welatiyên Sûriyê desteser kir ku bi rêyên qaçaxî ji sînoran derbas kirine.
Artêşa Lubnanê bi daxuyaniyekê eşkere kir, 109 welatiyên Sûrî li hejmarek deverên Lubnanê di nav de kampên penaberên Sûriyê, hatine girtin.
Hate diyarkirin, ew kesên ku hatine girtin belgeyên wan ên fermî li Lubnanê tune ne û bi awayekî ne rewa derbasî Lubnanê bûne.
Hêjayî gotinê ye, beriya çend rojan jî Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Lubnanê ragihandibû, penaberên Sûrî yên bi rêyên rewa û nerewa derbasî Lubnanê bûne dikarin vegerin û çiqas pere û sizayên girêdayî niştecîbûnê li ser wan hebin, nayên standin.
Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Lubnanê gotibû, ew hêsankarî bi tenê ji bo dema 3 mehan e.
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.




