Parlamentoya Kurdistanê li ser pêsniyaryasaya maf û erkên nexwesan dicive

Parlamentoya Kurdistanê li ser pêsniyaryasaya maf û erkên nexwesan dicive

PeyamaKurd - Parlamentoya Kurdistanê bi vexwandina duyem, li ser mijarên projeyasaya lixwegirtina karmendan û pêşniyaryasaya maf û erkên nexweşan li Herêma Kurdistanê îro dicive. Civîna wê di saet 14:00an de destpê bike.

Pêşniyaz ji 17 madeyan pêk tê û gelek mafên sereke dide nexweşan. Li gorî projeyasaya maf û erkên nexweşan li Herêma Kurdistanê, Encûmena Wezîran, encûmeneke hertimî ji bo sikalayên welatiyan û şaşiyên pizîşkî pêk tîne û herwiha divê Wezareta Tendirûstiyê jî rênima û peyrewê bicîkirina wê yasayê der bike.

Endamê Komîteya Tendirustiyê ya Parlamentoya Kurdistanê Zana Mela Xalid diyar dike, armancên sereke yên pêşniyazeyasaya maf û erkên nexweş, rêkxistina maf û erkên nexweş, bilindkirina asta hişyariya nexweş, derbarê erk û mafên wî û herwiha pêşxistin û geşkirina kerta tendirustî, parastin û dabînkirina mafên nexweş in.

Li gor pêşniyazeyasayê, mafên sereke yên nexweş wiha ne:

  • Baştirîn û nûtirîn corê pişkinînê û çareseriya pêwîst
  • Nexweş li ragihandinê û medyaya civakî neyê nîşandan
  • Bijîşk di yek demê de, tenê yek nexweşî dibîne
  • Wergirtina razîbûna nexweş berî encamdana neştergeriyê
  • Ti corê zanyariyên nexweş bi bê razîbûna wî neyê dan bo kesekî
  • Diyarkirina têçûya nexweşxaneyê û çareseriyê ji bo nexweş
  • Mafê mîratgir yan parêzerê nexweş heye ku gilî û daxwaza qerebûkirinê bike
  • Herwiha erkên nexweş jî li gor pêşniyazeyasayê bi vî awayî ne:
  • Pabendbûn bi yasa û rênimayan
  • Rêzgirtin li karmend û dezgehên tendirustî
  • Parastina kelûpel û amêrên nexweşxaneyê
  • Pabendbûn bi rênima û qewîtiyên xizmetguzariyê

Pêşniyaza vê yasayê tekeziyê li ser parastina mafên nexweşan dike, lê nîşanê bi wê yekê jî dide, ku divê mafên bijîşk û karmendên tendirustiyê jî bi baştirîn şêwe parastî bin.

Civîna Parlamentoyê piştî bêhtir ji 6 mehan e vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê belav bûye û di vê demê de jî gelek caran kêşe di navbera kesûkarên nexweş û hin ji karmendên tendirustiyê de derketine pêk tê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin