PeyamaKurd - Artêşa Behreynê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrîşên Îranê de leşkerekî Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniya Hêzên Parastinê yên Behreynê de hat diyarkirin ku ev leşkerê Îmaratî, di çarçoveya operasyonên hevbeş de li dijî êrîşên moşekî û firokeyên bêmirov (dron) ên Îranê li kêleka hêzên Behreynê cih digirt.
Artêşê sersaxî ji malbata leşkerê şehîd û Hêzên Çekdar ên Îmaratê re xwest û eşkere kir ku di heman êrîşan de hejmarek leşkerên Behreyn û Îmaratê jî birîndar bûne û niha di bin dermankirinê de ne.
153 moşek û 301 dron hatin pûçkirin
Artêşa Behreynê di daxuyaniyeke din de bal kişand ser serkeftina sîstemên parastina asmanî û ragihand ku ji destpêka êrîşên Îranê ve heta niha 153 moşek û 301 firokeyên bêmirov hatine astengkirin û li asman hatine teqandin.
Hat destnîşankirin ku Îran bi hinceta hebûna Amerîkayê li welatên Kendavê, êrîşên xwe yên tolhildanê berdewam dike. Artêşê dubare kir ku ew ji bo parastina ax, derya û asmanê Behreynê li hember her cure gefan di amadebaşiyê de ne.