Belçika: Em amade ne Buhira Hurmizê ji mayinan paqij bikin

Belçika: Em amade ne Buhira Hurmizê ji mayinan paqij bikin

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Belçikayê Maxime Prevot ragihand ku Buhira Hurmizê ji aliyê bazirganiya dinyayê, ewlehiya enerjiyê û aramiya deryayiyê de gelek girînge û got:

“Belçîka di seha paqijkirina mayînan de pispore û amade ye ku destekê bide paqijkirina Hurmizê ji mayînan.”

Wezîrê karên derve yê Belçîkayê Maxime Prevot bi wezîrên karên derve yên 35 welatên ku daxwuyaniya li ser mijara Buhira Hurmizê îmza kirin re, bi malxweyiya wezîrê karên derve yê Îngîltere Yvette Cooper re, di nav xwe de li ser medya civakî civînekî kirin û piştî civînê di ser X ê de daxwuyanî dan. Prevot got:

“Eger Humrmiz daîma girtî bimîne ji bo me hemûyan wê encamên neyînî yên aborî û ewlehiyê bi xwe re tîne. Li Belçîkayê malbat vêya li benzînxane û di fatûrayên enerjiyê de dibînin. Raste rast li aboriya me bandorê dike. Di ardû, xida û bihayên gubrê de ew civakên bê bergirî bêhtir perîşan dike û wan dixe nava krîzê.”

Prevot, her weha got ku di parastina ewlehiya azadiya seyrê de, soza me ya bi hevre nîşan dide ku divê di asta navdewletî de, divê bersivekî lezgîn bê dayîn û ew hemû di mijarê de hemfikrin.