Biden: Trump dixwaze demokrasiya me têk bibe
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden hişyarî da û got: “Donald Trump ji nû ve wek Serokê DYAyê bê hilbijartin, wê demokrasiya me têk bibe.”
Li gor nûçeya AFPê Biden, anî ziman ku Trump, ji bo bibe desthilatdar wê her tiştî bike û dom kir: “Trump bi biryar e ku demokrasiya me hilweşîne û azadiyên bingehîn ên wekî mafê jinan ên biryarên xwe yên tenduristiyê bidin têk bibe.”
Beriya Hilbijartina Seroktiyê ya 5ê Mijdarê, li DYAyê bi milyonan hilbijêran di hilbijartinên destnîşankirina namzedên seroktiyê de deng dan.
Di roja ku wekî ‘Sêşema Super’ Sêşemê tê zanîn de Partiya Komarparêz li 15 parêzgehan û Partiya Demokrat jî li 16 parêzgehan hilbijartinên diyarkirina namzedên xwe pêk anîn.
Serokê niha yê DYAyê Joe Biden li hemû parêzgehên ku hilbijartin didomin li pêş e û Serokê berê yê DYAyê Donald Trump jî ji bilî Vermontê li hemû eyaletan ber bi serkeftinê ve diçe.
Bi encamên van hilbijartinan re Trump pir nêzîk e ku bibe namzedê partiya xwe yê seroktiyê.
Di Partiya Demokrat de jî li dijî Biden rikberekî xurt xuya nake.
Ev nivîs 198106 car hatiye xwendin.