Biryara xwefesixkirina PKKyê di medyaya navneteweyî de deng veda

Biryara xwefesixkirina PKKyê di medyaya navneteweyî de deng veda

PeyamaKurd – PKKyê biryara xwe ya fesihkirinê û bidawîkirina şerê çekdarî yê 40 salî ragihand. 

Ev biryar di medyaya navneteweyî de bi awayekî berfireh hate şîrovekirin û wekî gaveke dîrokî hate nirxandin.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), di Kongreya xwe ya 12em a Awarte ya di navbera 5-7ê Gulanê de biryara fesihkirina xwe da.

Ev biryar, piştî banga Rêberê girtî yê rêxistinê Abdullah Öcalan a di Sibata 2025an de, li qada navneteweyî deng veda. 

Çapemeniya cîhanê ev gav wekî bidawîhatina şerekî dirêj û destpêka qonaxeke nû ya siyasî nirxand.

Reuters bi sernavê “PKK xwe belav dike û serhildana li Tirkiyeyê diqede” nûçeya xwe weşand û diyar kir ku ev biryar dê ji bo Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê encamên siyasî yên berfireh bi xwe re bîne.

Reutersê bal kişand ser wê yekê ku şerê PKKyê bi Tirkiyeyê re zêdetirî 40,000 kesî kuştine.

The New York Timesê bi sernavê “PKK pevçûnên bi hikûmeta Tirkiyeyê re diqedîne” ev biryar ragihand û got ku ev gav dê li welatên cîran, bi taybetî li Sûriyeyê, bandoreke mezin bike.

ABC Newsê hûrgiliyên daxuyaniya kongreyê belav kir û ev gotinên di daxuyaniyê de balkişand: 

“Kongreya 12em ya Awarte ya PKKyê têkoşîna xwe wekî têkoşîneke ku siyaseta înkar û tunekirina li ser gelê me şikandiye nirxand, pirsgirêka kurdî bi rêya siyaseta demokratîk ber bi çareseriyê ve biriye û bi vî awayî mîsyona xwe ya dîrokî temam kiriye.”

Le Monde ya Fransî bi sernavê “PKK, ku bi dehan salan bi hikûmeta Tirkiyeyê re şer kir, xwe fesix kir” nûçe da û destnîşan kir ku biryar piştî banga Öcalan a 27ê Sibatê hate wergirtin.

The Washington Postê bal kişand ser biryara kongreyê û tekez kir ku ev gaveke nû ya aştiyê ye, ku dibe bingeha diyalogên siyasî.

TF1 a Fransayê ragihand:

 “PKK xwe fesix kir û têkoşîna çekdarî bi dawî kir,” û ev yek wekî gaveke dîrokî bi nav kir.

France 24ê diyar kir ku PKK, ku zêdetirî 40 salan bi Tirkiyeyê re di pevçûnê de bû, biryara fesixkirinê wergirt û ev biryar dê dînamîkên herêmê biguherîne.

Deutsche Welle ya Almanî got biryara PKKyê piştî banga Öcalan hat û ev yek wekî fersendeke çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurdî hate dîtin.

Lavanguardia ya Katalonyayê bi sernavê “PKK piştî 40 salan xwe fesix kir û çek berda” nûçe weşand, û bal kişand ser girîngiya vê biryarê ji bo aştiya herêmî.

El Mundoya Îspanyayê wekî nûçeyeke leşkerî ragihand:

 “PKK bi Tirkiyeyê re agirbest ragihand, lê bêçekbûnê bi azadkirina Öcalan ve girê da,” û ev yek wekî gaveke şertî nirxand.

Al Jazeerayê bi sernavê “PKK xwe belav dike, pevçûna bi dehan salan a li Tirkiyeyê diqede” nûçe da û tekez kir ku PKK di kongreyê de mîsyona xwe ya dîrokî temam kiriye.

Russia Todayê jî got:

“PKK, ku ji aliyê Tirkiyeyê ve wekî rêxistineke terorê tê binavkirin, xwe fesix kir û şerê çekdarî yê 40 salî bi dawî kir.”

Associated Pressê jî ragihand:

“PKK di çarçoveya destpêşxeriyeke nû ya aştiyê ya bi Tirkiyeyê re, biryar da ku xwe fesix bike û çekan berde.”

Sputnika Rûsî jî ev yek weha da zanîn:

 “PKK, ku li Tirkiyeyê wekî rêxistineke terorê tê naskirin, biryara fesixkirinê xwe eşkere kir.”

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.