Li navça Erxeniyê kesê Nurettin Tekdemir kuşt hat girtin

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Erxeniyê (Ergani) kesê bi navê İ.H.T. (47) bi Nûrettin Tekdemir (55) re minaqeşe kir û Tekdemir kuşt. Piştî birîndarbûna Tekdemir, tîmên tenduristiyê û polîs çûn ciyê bûyerê û Tekdemir birin nexweşxana dewletê ya Erxeniyê.
Nurettin Tekdemir li nexweşxanê can da û piştî otopsiya wî kirin, cenazê wî defin kirin.
Gumanbar H.İ.T. piştî li baregeha asayîşê îfadên wî girtin, ew sewqê dadgehê kirin û dadgehê biryara girtina wî da û ew şand zîndanê.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.




