Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Meclîsên Parêzgehan rewşa xizmetguzariyan nîqaş dikin

PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HHK) îro ragihand ku wê bi meclîsên parêzgehan re civînekê li dar bixe da ku rewşa xizmetguzariyên li parêzgehên Herêma Kurdistanê nîqaş bike.
Li gorî ragihandina medyaya Yekîtiya Nîştimanperwerên Kurdistanê, Hoşyar Îsmaîl, endamê Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê, diyar kir ku meclîsa Silêmaniyê roja Yekşemê wê civînekê ya şêwirmendiyê li dar bixe da ku hin pêşniyarên ji bo civîna bi serokatiya HHKê re amade bike û pejirîne.
Îsmaîl got ku Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê wê çend pêşniyaran ji Hikûmeta Kurdistanê re pêşkêş bike, ku bi taybetî girêdayî nenavendîbûnê û ji nû ve destpêkirina projeyên stratejîk ên rawestiyane ne.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.





