Berdevka DEM Partiyê: Asteng û hincetên li pêşiya çareseriya pirsa Kurd rabûn

PeyamaKurd - DEM Partiyê îro 12ê Gulanê piştî biryara hilweşandin û bidawîkirina şerê çekdarî, yê PKKê, Civîna Lijneya Navendî (MYK) li dar xist.
Dema civîn berdewam bû, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, li navenda giştî ya partiyê civîneke rojnamevanî li dar xist û biryarên kongreya PKKê nirxand.
Dogan li ser biryara fesihbûna PKKê got: “Ev ne tenê biryareke xwehilweşandinê ye. Bangeke ji bo guherîn û veguherînê û pêvajoyeke avakirinê ya nû ye.”
Ayşegul Dogan diyar kir ku weke partî girîngtirîn civîna MYKê li dar xistine û rojeva wan a sereke jî pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û biryarên PKKê bûn.
Dogan destnîşan kir: “Civîna me ya MYK’ê ji civîneke rûtîn wêdetir, xwedî wate û girîngiyeke mezin e. Me di serî de hemû kesên di pêvajoya şer a dirêj de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bi bîr anî û civîn bi rêzgirtinê dest pê kir.”
Derbarê biryara PKKê de Berdevka DEM Partiyê got: “PKK biryara hilweşandinê da. Ev ne tenê biryara hilweşandinê ye. Heman demê vexwendineke ji hemû aliyan re bo avedankirina demokrasiyê. Serdemek dawî dibe, deriyê serdemeke nû ya tijî bi hêviyê tê vekirin. Em jî dixwazin tevlî nivîsandina dîroka nû bibin. Ji bo vê em berpirsiyariya xwe dibînin. Bi vê pêngavê deriyê çareseriya siyasî bo pirsa kurd vedibe. Tiştên wek asteng û hincet dihatin danîn, êdî rabûn.”
Ayşegul Dogan da zanîn, “PKK çekên xwe danîn, divê ev derfet neyê ji dest dan. Em dixwazin di zemîna siyaseta demokratîk de hemwelatîbûna wekhev ava bikin.”
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.




